Piştî dorpêçê êrîşan despêkir
15:44
JINHA
AMED - Li navçeya Bismilê ku bi anonsên ji mizgeftan tên kirin qedexa hate îlankirin polîs bi çekên giran ve êrîşî taxan dikin, gel li hemberî êrîşan parastina cewherî pêk tîne.
Li taxên Uluturk, Dumlupinar, Firat û Tekel ên navçeya Bismilê ya Amedê piştî ku qedexe hate îlankirin polîsan li dijî taxan bi çekên giran ve êrîş dan destpêkirin. Polîsan bi wesayîtên zirxî ve tax dorpêç kirin û bi çekên giran êrîş dikin û tevgera helîkopteran jî dest pê kir.
Li cadeya Nato ya ku dengê çek û teqînan tê. Bi destpêkirina êrîşan ve li navçeyê gel jî dest bi parastina cewherî kir û li dijî terora dewletê xwe diparêzin.
(ha-bc/zt)
