ROJEVA 07 YÊ COTMEHA 2015'AN A JINHA YÊ
09:13
*Di salvegera şihadeta Fermandara YPJ'ê Yuhanus Ekinci (Gulan Çekdar) de dayîka wê Muhterem Ekinci got: "Gulê ji çiyayên Kurdistanê hat xwar û weke xezalan ket ser rêya Kobanê. Heya di tabutê de jî ewqas bedew raketibû, navê gotin. Ew şehîda Kurdistanê û serhildana Êlihê ye."
*Li zozanên Xanê yên Çelê 47 rojin bi pêşengiya jinan çalakiya mertalên zindî berdewam dike. Di çalakiyê de hemû ked, pêdivî û kêliyên jiyanê tên parkirin.
*Endama KJA yê Gulbahar Alsoy balkişand ser qirkirinên sivîlan ên piştî îlana rêveberiya cewherî berdewam dikin û diyar kir ku AKP'ê îlana rêveberiya cewherî, weke îlana şer dide nîşanda. gulbahar da zanîn ku ewê weke jin li hember hemû polîtîkayên tinekirinê berxwedanê mezin bikin.
*Rêveberên rêxistinên jinan Danezana Hilbijartinê ya Jinên HDP'ê nirxandin û gotin: "Danezan li Kurdistanê xwedîderketina jinan li rêveberiya cewherî û girêdayî pêşeroja xwe bûyîna xwediyê gotin û peyam dayîna jinên aliyê rojavayên Tirkiyê ye."
* Konsera "Bi HDP'ê re jiyana nû silav" a ku wê ji aliyê hunermendên NÇM'ê ve were organîze kirin, hecel ê ku berhv bikin bi armanca piştgiriyê dê bidin HDP'ê. Hunermendên NÇM'ê ên ku amedekariya konserê bi dawî kirine, wiha gotin: "Em difikirin wek hunermend em ê çawan bi gelê Tirkiyê re jiyana nû avabikin û zindî bikin. Li ser dîkê em ê ji bo aştî dengê xwe bilind bikin. Li dijî şer bi stranên xwe em ê jiyana nû re bêjin merhaba."
