ROJEVA 08 YÊ COTMEHA 2015'AN A JINHA YÊ

11:30

*Nobeta mertalên zindî ya di 21'ê Îlonê de li Çiyayê Cudî hatî despêkirin hîna berdewam dike. Di nava çalakiya mertalên zindî de Dayîka Şemiyê Şêrîn a 70 salî jî heye. Dayîka Şêrîn diyar kir ku ew ji bo nobetê li hestiyên zarokên xwe bigirin hatine ber goristanê û wiha got: "Ez 70 salî me evqas ji destê min tê. Xwezî qeweta min bigihiştina ez tu car ji van çiyayan nedihatim xwarê.”

*Di sala derbasbûyî de li gel hemû polîtîkayên astengî û bişaftina ziman Dibistana Ferzad Kemanger hat vekirin, sala duyemîn bi kelecanek mezin despêkir. Ji berpirsên dibistanê mamosta Muazzez Filiz diyar kir ku dibistana kurdî xeyala sed salêye û ewê vî xeyalî bidin jiyîn.

*Li Zozanên Xanê yên Çelê çalakiya mertalên zindi di roja 48'an de berdewam dike. Jinên di çalakiya mertalên zindî de pêşengiyê dikin diyar kirin ku heya şer bi dawînebe ewê çalakiya xwe berdewam bikin.

*Jinên Wanê ên ku amedekariya zivistanê dikin, li hember qedexeya derketina kolanan jî tedbîrên xwe digrin. Şêrîn Duman diyar kir ku hemû jin li dijî konsepta şer amedekariya xwe yê zivistanê dikin.

*Endama Desteya Jinan a Kantona Cizîrê diyar kir ku li Rojava DAIŞ li Tirkiyê AKP bi heman hişmendiyê êrîşî gelê kurd dikin. Emine da zanîn ku ev hêz hemû li hemberî gelê kurd şikestine û peyama nêzbûna serketinê da.