Gelê Şirnaxê hemberî êrîşan heya serê sibê li kolana bûn
12:24
JINHA
ŞIRNEX - Gelê Şirnexê daketin kolanan û qedexeya li ser Sîlopiyayê şermezar kirin.
Şevê din li gelek taxên Şirnexê gel daketin kolanan û biryara qedexeya kolanan a li Sîlopiyê şermezar kirin. Gelê daket kolanan li beroş û sêniyan xist û çalakiya dengderxistinê pêk anîn. Polîs û tîmên taybet li taxên Yeni yê, Bahçelievler, Dîcle, Yeşilyurt û Vakıfkentê êrîşî welatiyan kirin. polîsan bajar dibin dumana gazê de heştin û ji wesayîtên zirxî raste rast gule reşandin.
Berxwedana gelê Şirnexê li dijî polîsan heta saet derengê şevê berdewam kir. Gel li gelek kolan û taxan bi saetan di ber xwe dan û polîs ji taxên xwe derxistin.
(ha/zt)
