ROJEVA 09 YÊ COTMEHA 2015'AN A JINHA YÊ

09:31

*Bi armanca salvegera komploya navnetewî ya 9'ê Cotmehê a li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Rêveberiya Meclîsa Taxa Hilêliyê Şemsîxan Gûlo, "Armanca komploya 9'ê Cotmehê şikandina vîn û berxwedana gelê Kurd bû."

*Siyasetmedar, aştîparêz û sosyalîsta jin Behîce Boran 28 sal berê di 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Lê têkoşîna wê û doza wê ya aştî, demokrasiyê hêj di dilê hezaran de zindî ye. Şopdarên wê her sal li doza wê û rêça wê xwedî derdikevin.

*Li Çukurovayê jin ji ber hatina demsala zeytûnê dest bi amedekariya xwe yê zivistanê dikin. Hem ji ber xwezayî ye hem jî ji ber erzane jinên xizan li hev dicivin û bi keda kolektîf dest bi amedekariya demsala zivistanê dikin.

* Jinên bajarê Qamişlo komploya 9'ê Cotmehê bi tundî şermezar kirin û gotin: "Armanca komploya 9'ê Cotmehê bi berxwedana gel vala hatî derxistin."

*Namzetên HDP'ê yên Samsunê diyar kir ku xwe amade dikin tekoşîna keda çandina titûn, çay, garis wê bibin meclîsê.

*Îktisatci Azize Aslan diyar kir ku di rêveberiya cewherî de hîmên bingehîn ên komunal ekonomiyê jinin û got: "Beriya kaputalîzmê bi hezar salan jinan ekonomî li gorî pêdiviyan birêxistin kiriye. Ji bo wê jî tenê ekonomî bi hiş, reng û şanaziya jinan dikare bê rêxistinkirin."

* Şandeya TTB'ê ya Enqere û Eskîşehîrê diyar kirin ku êrîş û astengiyê li dijî xebatkarên tenduristî yên Kurdistanê Bijîşk Ebru Basa û Neşe Yilmaz ne ehlaqiye û gotin: "Em êrîş û tehdîtên li dijî xwe qebûl nakin. Em ê van êrîş û qetilîamên ku pêk tên napejrînin. Xizmetên ku ji destê me bê em ê pêk bînin."