Ademê 17 salî ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin

10:29

JINHA

COLEMÊRG - Li navçeya Geverê ya Colemêrgê şevê din polîsan zarokek qetil kirin. Li taxa Yeşîldere di encama êrîşa polîsan de zarokê bi navê Adem Sevînç ê 17 salî jiyana xwe ji dest da.

Polîs û tîmên taybet li Kurdistanê zarokekî din qetil kirin. Polîs û tîmên taybet li taxên Yeşîldere û Dizê yên navçeya Geverê ya Colemêrgê şevê din dorpêç kirin û xwestin seat di 01.30'ân de bikevin taxan. Piştî vê yekê gel li hemberî hewildanan polîsan derket kolanan û destûr neda bikevin taxan. Polîs û tîmên taybet ên rastî berxwedana gel hatin tax gulebaran kirin. Di êrîş li taxa Yeşîldere de zarokê bi navê Adem Sevînç ê 17 salî jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê zarokê jiyana xwe ji dest da ji aliyê welatiyên tax ve hat girtin û birin morga Mizgefta Navendî ya taxa Qişlayê. Piştî qetilkirina zarok polîs ji herêmê çûn. Gel jî piştî Adem jiyana xwe ji dest da li hemberî êrîşekî din a polîsan heya serê sibê li kolanan nobet girtin. Serê sibê jî welatî ji bo cenaze rabikin li ber mizgeftê dest bi kombûnê kirin.

(zt)