ROJEVA 10 YÊ COTMEHA 2015'AN A JINHA YÊ
09:49
*Jinên bijîşk dan zanîn ku nexweşxaneya 85 sal ya bajêr ji ber bêxwedîkirinê hindik maye hilweşe û bê xemiya hikûmetê ya li hember nexweşxaneya gel rexnekirin.
*Piştî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê a li ser Şengalê gelek jin ji aliyê çeteyan ve hatin revandin û li bazara hatin firotin. Du jinên Êzidî Şehrîman Meto Qasim û Nadiye Hesûn piştî salek xwe ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar dikin û xwe dighînin Rojava. Herdû jinên Êzidî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê a li ser jinan vegotin.
*Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD), li dijî sucdarên şerê li Kurdistanê ketin nava liv û tevgerê. Hiqûqnasên Mezopotamyayê ji bo hesap ji qetilkirina sivîlan, êrîşên li dijî goristanên û îşkenceya li cenazeyan bipirsin dest bi hewldanên hiqûqê kirin. Endama MHD'ê Prz. Semra Balyan, diyar kir ku ew dê li dijî vî sûcê şer ê li dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî serlêdanên sûc bikin.
