Li Cizîrê bi deh hezaran kes komploya 9'ê Cotmehê şermezar kirin

09:52

JINHA

ŞIRNEX – Li Cizîrê bi deh hazaran kes bi armanca şermezar kirina komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daketin kolanan. Polîsan bi bombeyên gazê xwestin meşê asteng bikin, lê gel bi berxwedana xwe li dijî êrîşan meşa xwe berdewam kirin.

Li Cizîrê komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Bi deh hazaran kes li ber Mala Gel a Cûdî hatin cem hev û dest bi meşa bi meşela kirin. Di meşê de durişmên “ Bê serok jiyan nabe”, “ Bijî Serok Apo” “ Bijî berxwedana Cizîrê ” hatin berzkirin. Polîsan bi bombeyên gazê xwestin meşa gel asteng bikin, lê gel bi berxwedana xwe li dijî êrîşan meşa xwe berdewam kirin. Di meşê de Hevseroka Meclîsa Demokratîk a Gel Asya Yûksel axivî û komploya navnetewî şermezar kir. Asya diyar kir ku komplo têk çûye û tu hêz nikare gelê Kurd tune bike. Asya wiha got: "Heya ku Rêber Apo azad nebe dê ji mere jiyan nebe û têkoşîna me berdewam bike."

Piştî wê Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk Mehmet Tunç axivî. Mehmet da zanîn ku 17'e salin Rêbertiya wan di bin tecrîda giran de tê girtin û wiha got: "Heya ku Rêber Apo azad nebe, komplo dê berdewam bike. Heya ku Rêber Apo azad nebe mirovahî azad nabe. Ji ber vê divê em bi şev û roj bixebitin û xwedî li têkoşîna rêbertî derên."

Piştî axaftinê meş li ber Mala Gel a Cudî bi dawî bû.

(ma/rc)