Li 2 navçeyên Amedê piştî qedexeya kolanan êrîş dest pê kir

10:01

JINHA

AMED - Li hin taxên navçeyên Sur û Yenîşehîrê yên Amedê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Piştî qedexeya kolanan êrîşa polîsan dest pê kir û gel li hemberî êrîşan dest bi berxwedanê kir.

Walîtiya Amedê li hin taxên navçeyên Sur û Yenîşehîrê yên Amedê biryara qedexeya derketina kolanan da. Qedex seat di 05.00'an de dest pê kir. Walîtiyê di biryara xwe de wiha got: "Ji ber bûyerên li navçeya bajarê me Surê bi armanca ewlehiya can û malê gel li gorî madeya 11/C a zagona îdareya bajar a hejmar 5442'yan li taxên Cevatpaşa, Dabanoglu, Fatihpaşa, Hasirli, Savaş, Kolana Gazî, Cemal Yilmaz ên Surê û li taxên Ferîtkkoşk û Dîcle yên Yenîşehîrê heya fermanekî duyemîn qedexeya kolanan hatiye îlankirin."

Piştî qedexeya kolanan tîmên taybet û polîsan li taxên Fatihpaşa û Hasirli dest bi êrîşan kir. Piştî êrîşa polîsan dest pê kir helîkoptera polîsan jî li ser navçeyan dest bi gerê kir.

Berê êrîşan li her du taxan ceyran, înternet û şebekeyên telefonan hatin qutkirin. Polîsên hewil dana bi çek û bombeyan bikevin taxan rastî berxwedana gelek hatin û 3 welatî bi perçeyên şarapnelê birîndar bûn. Welatiyekî jî bi guleyê ji piyê xwe birîndar bû. Li taxan hember bi dengê çekan tîlîliyên berxwedanê bilind dibin.

(rc)