Li Edeneyê operason 15 kes hatin binçavkirin
12:10
Cotmeh
10
/ 2015
JINHA
EDENE - Li Taxa Kuçukdikili ya Seyhana Edeneyê di serdegirtinên polîsan de 15 kes hatin binçavkirin.
Di saetên serê sibê de li Taxa Kuçukdikili ya Seyhana Edeneyê di serdegirtinên polîsan de 15 kes hatin binçavkirin. Şaxa TEM ya Emniyeta Muduriyeta Edeneyê ser 20 navnîşanan de girtin. Hat zanîn ku hinceta serdegirtinê "ji ber tevlîbûna xwepêşandanan" bûye. Malên ku polîsan deriyê wan şikandine û wiha ketine hindir mal anîn rewşa neyên xebitandin.
15 kesên hatin binçavkirin birin Emniyeta Muduriyeta Edeneyê.
(zt)
