Dê li Stenbol û Amedê êrîşa bombayî bê protestokirin
12:54
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li hember êrîşa bombayiya ku di Mitînga Aştiyê de pêkhatî banga tevlîbûna çalakiyên protestoyiyên li Meydana Taksîma Stenbolê û Ofis AZC a Amedê bên lidarxisktin hatin kirin.
Li hemberî êrîşa bombayiya ku di Mitînga Aştiyê de pêkhat dê di saet 18.00'an de li Meydana Taksim Tunel çalakiya protestoyî bê kirin, ji bo beşdariya çalakiyê bang hat kirin. Dê bi banga ked û demokrasiyê welatiyên li Meydana Taksim Tunelê kombibin heya Liseya Galatasarayê bimeşin.
Li Amedê jî bi banga Şaxa Platforma KESK'ê ya Amedê di saet 13.30'an de li ber Ofis AZC Plaza yê çalakî bê kirin, ji bo tevlîbûnê bang hat kirin.
(zt)
