KURDÎ-DER'a Wanê kongreya xwe ya asayî pêk anî
14:22
JINHA
WAN - Şaxa KURDÎ-DER'a Wanê 6. kongreya xwe ya asayî pêk anîn. Di kongreyê de teqîna li Enqerê ya ku di mîtînga aştiyê de pêk hat û bi dahan kes jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes bi giranî birindar bûn şermezar kirinin.
Şaxa KURDÎ-DER'ê li Wanê 6. kongreya xwe ya asayî li Navenda Çanda Nuda li darxist. Nûner û rêveberên DBP'ê HDP'ê MEYA-DER, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û nûnerên saziyên sivîl û gelek kes di kongreyê de amade bûn. Li cihê ku kongre pêk hat posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Ehmedê Xanî û pankartên li ser "Zimanê me hebûna me ye. Li hebûna xwe xwedî dekevin"û "Bê ziman jiyan nabe" hat dalîqandin. Kongre bi rêz girtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê endamê Kurdî-dera Wanê Musa Îtah axifî. Musa di kongreyê de teqîna ku li Enqereyê di mîtînga aştiyê de pêk hat û di encamê de bi dahan kes jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes bi giranî birindar bûn, şermezar kir.
'Bi hezaran kes bi canê xwe li hember zilm li ziman xwedî derketine'
Musa li ser zimanê kurdî jî axivî û anî ziman ku tune kirina zimanê civatekî tune kirina netewek e û wiha got: "Ji dîrokê heya niha li ser zimanê kurdî polîtîkayên qirêj tên meşandin. Lê gelê kurd tu carî li ber van polîtîkan têk neçû û xwedî li zimanê xwe derket. Bi hezaran kes bi canê xwe li hember zilm û zordariya li ser ziman têkoşiyan û xwedî li zimanê xwe derketin. Îro em jî soz didin ku em ê bi perwerdehiyê xwedî li têkoşîna wan derkevin."
'Gelê kurd di sedsala 21'an de zimanê xwe winda nake û dê xwedî derkeve'
Piştî axaftina Musa Endamê HDP'ê ya Wanê Lokman Aygun derket dikê û axivî. Lokman jî teqîna Enqerayê şermezar kir. Lokman li ser zimanê kurdî rawestiya û diyar kir ku dewlet li ser zimanê kurdî gelek polîtîkayên qirêj dayê meşandin û bi salan e zimanê kurdî bi pişaftinê re rû bi rû ye. Lokman got ku eger gelê kurd ligel hemû zilm û zordariyan zimanê xwe aniye heya roja me ya îro. Her wiha Lokman diyar kir ku gelê kurd di sedsala 21'an de zimanê xwe winda nake û dê xwedî derkeve.
Piştî xwendina repora kar, xebat û maliyê rêveberiya nû hat hilbijartin.
(ho-mc/rc)
