MLKP Rojava: Dê AKP hesabê komkujiyê bide
15:27
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - MLKP Rojava da xuyakirin ku berpirsyarê komkujiya vê sibehê ya li Enqereyê, hikûmeta AKP û dîktatoriya Erodgan e û got, "Gelên Kurdistan û Tirkiye yê wê hesabê vê komkujiyê ji hikûmeta AKP'ê bipirse."
MLKP Rojava diyar kir ku komkujiya li Enqreyê, ji komkujiyên li Pirsûs û mîtînga li Amedê cuda nîne û got, "Berpirsyarê vê komkujiyê, bêguman hikûmeta AKP'ê û dewlet e. Ev komkujî nîşan dide ku hikûmeta AKP'ê hikûmeteke şer e, şebekeyeke şer e û dewleteke kujer e."
MLKP Rojava got, "Em li pêşberî bîranîna şehîdan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin" û ragihand ku AKP û Erdogan versiyona çeteyên DAIŞ'ê li Tirkiyeyê ne. MLKP Rojava, li dijî terora dewletê banga pêşvebirina xweparastinê kir.
(rc)
