TJK-E: Li hember êrîşan emê li qada bin

16:26

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN -TJK-E têkildarî êrîşa li hember mîtînga aştiyê ya li Enqereyê pêk hat got: “Em bang li tevayî Kurdistaniyên li Ewropayê dikin ku derkevin qada û komkujiya li Enqereyê protesto bikin.”

TJK-E têkildarî êrîşa li hember mîtînga aştiyê ya li Enqereyê pêk hat got: “Em bang li tevayî Kurdistaniyên li Ewropayê dikin ku derkevin qada û komkujiya li Enqereyê protesto bikin. Li hember kesên dixwazin hêviya aştiyê bi bombeyan ji holê rakin wek jin em li qadan bin.”

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) êrîşa bombeyî ya li hember mîtînga aştiyê protesto kir. TJK-E got ku îro tam jî di wextekî ku mirov li bendê bûn KCK agirbestê bike teqandina bombeyê di mîtînga aştiyê de tavilê AKP û Erdogan tîne hişê mirov. Çima?Ji ber ku li vî welatî yekane hêza ku naxwaze aştî, xwişk-biratî pêk bê û pirsgirêka Kurd çareser bibe AKP û Recep Tayyîp Erdogan e...Li hember vê komkujiyê di serî de jin em bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dikin ku derkevin qadan û komkujiya li Enqereyê protesto bikin. Li hember kesên dixwazin hêviya aştiyê bi bombeyan ji holê rakin wek jin em li qadan bin. Dengê aştî, xwişk-biratiyê bilind bikin.”

(rc)