Bi kooperatîfbûyînê re keda jinê der dikeve holê

11:52

 


Sarya GOZUOGLU - Gulşen KOÇUK / JINHA


RIHA- Li Rihayê 6 jinên ku hevdû nasdikirin, ji sala 2004’an ve bi gotina “Divê em bi hevre hinek tiştan bikin” der ketin rê. Endama Komeleya Şêwirmendiya Jinan a Jiyanê Mîhrîcan Gokkan diyar kir ku wan bi 6 jinan ev xebat da destpêkirin û wiha axivî: “Komele cihê ku jin bên gel hev û xwe bi rêxistin bikin e. Niha nêzî 100 jinan em vê xebata xwe didin meşandin.


Li Rihayê 6 jinên ku hevdû nasdikirin, ji sala 2004’an ve bi gotina “Divê em bi hevre hinek tiştan bikin” der ketin rê. Li ser vê yekê jinan Komelya Şêwirmendiya Mala Jinan a Jiyanê vekirin. Ev komele nêzî çar salaye, bê navber bi awayekê aktîf dixebite.Endama Komeleya Şêwirmendiya Jinan a Jiyanê Mîhrîcan Gokkan diyar kir ku wan bi 6 jinan ev xebat da destpêkirin û wiha axivî: “Komele cihê ku jin bên gel hev û xwe bi rêxistin bikin e. Niha nêzî 100 jinan em vê xebata xwe didin meşandin. Dema ku li Rihayê qala rêxistinbûyîna jinan tê kirin, di destpêkê de Komeleya Şêwirmendiya Mala Jinan a Jiyanê tê hişê mirovan. Li gel vê yekê weke din me beriya çar salan kooperatîf jî avakir.” Mîhrîcan da zanîn ku heya roja me ya îro, bi tu awayî keda jinê nehatiye ditîn û wiha got:  “Deda destê jinan a li malê qet nehat hîskirin. Di xebatên me yên vê derê de, keda jinê derxistina holê, li ber çavan hat dîtin. Têkoşîna jinê, tê wateya ku keda jinê derbikeve holê.”      


 Aboriya jinê pêşxistin


 Mîhrîcan anî ziman ku jina ku di aliyê aborî de xurt be, hêza wê ya çewherî jî der dikeve holê û wiha bi dawî anî: “Nêzî 10 sala ye em xizmet dikin û ev 4 sale jî me kooperatîf avakiriye. Di navbera me de têkiya jor û jêr tuneye. Bi taybetî îsal me hilberînek baş bi destxist. Ji ber ku hemû materyalên ku ji me re pêwîstbûn me ji xwe re girt. Êdî em dikarin di vê pêvajoyê de bêjin em hiberînerin.”


Xebatkara Kooperatîfa Navenda Jinan a Şêwirmendiya Mala Jinan a Jiyanê Hulya Gokoglu jî dest nîşan kir ku ji jinê ku serî li wan didin re dibêjin, dê keda jinan neyê binpêkirin, dê li ser lêngên xwe rawestin û weke dayikekê dê xwedî li zarokên xwe derbikevin. Hulya diyar kir ku ger jinan tundî qebûl bikiran dê li malên xwe rûniştibana û wiha got: “Bi salane em li ser gotina ‘Ger jin nexwaze, zilam lê naxe” hatin îstîmarkirin. Êdî ez dikarim li ser lingên xwe rawestin. Êdî em ê tu carî nebin mexdûrê tundiyê û em ê vê yekê qet qebûl nekin.” 


 Tundiya bi devkî jî heye


Hulya bi lêv kir ku jinên ku serî li wan didin bi giliyên tundiya fîzîkî, psîkolojîk, bi devkî û abero tên gel wan û wiha bi dawî anî:  “Herî zêde jin bi giliya tundiya bi devkî tên gel me. Di têgihînên me de tundî, bi tundiya fîzîkî re bi sînor dimîne. Ji ber vê yekê em ne di ferqa tundiya bi devkî dene. Niha em dizanîn tundiya fîzîkî heye, lê gotina ‘Ez te naxwazim’ jî tundiya bi devkiye. Zilamê ku tundiyê li ser jinê pêk tîne, xwedî hişmendiya baviksalariye. Bi armanca ku hêz û aboriyê di destê xwe de bihêle, tundiyê li jinê dike. Ger aboriya wî jî tune be, bi rêya tundiyê jinê li gel xwe digire. Ji ber jiyana me ya kevneşopî, em ji bav, bira û hevjînên xwe her tim tirsiyan û herî dawî em zarokên xwe yên kur jî tirsiyan.”  


(aw/pk)