ROJEVA 11 YÊ COTMEHA 2015'AN A JINHA YÊ

09:21

*Hevserokê Gişti ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku divê jin bi awayek zindî dinava rêveberiya cewherî de cîh bigirin û got: "Ji ber her roj li Tirkiyê 5 jin tên qetilkirin, ji bo wê ye em li her derê li hember qetilkirinên jinan, ji bo parastina mafê jiyanê li her derê rêveberiya cewherî diparêzin."

*Li Surê jin li ber barîqatên berxwedanê di malên xirabe de jiyanê berdewam dikin. Jinên Surê yên amadekariyên zivistanê dikin dibêjin: "Rastiya me ne şere. Ji bo yên şer ser me ferz dike înat emê jiyana xwe berdewam bikin. Dema ku şer bê xwestin emê şer bikin, lê em niha amadekariyên zivistanê dikin."

*Bijîşkên TTB yên ku dema nû êrîşa bombayî despêkirî mudaxeleyî birîndaran kirîn ew kêlî wiha vegotin: "Beriya ambulansan polîs hatin, dibin bombeyên gazê de qad vegeriya gola xwînê, em di nava wê de dibeziyan birîndaran. Li pêşiya me astengî çêkirin, armanca wan ew bû ku birîndar jî bimirin. Bi alayên partiyê me sedî çêdikirin û birîndar komdikirin. Li Enqerê qirkirinek mezin pêkhat, emê ji bîrnekin, hun jî jibîrnekin..."