Li Wanê ji bo şermezarkirina êrîşa li Enqereyê pêkhatî çalakiya dengderxistinê

09:21

JINHA

WAN - Li Wanê ji bo êrîşa bombeyî ku di "Mîtinga Aştiyê" ya Enqereyê pêk hat û di encamê de 97 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes bi giranî birindar bûn, şermezar bikin çalakiya dengdanê derxistin.

Li Enqerê bi banga Rêxistinên Ked û Demokrasiyê li hember şerê sarayê 'Mitînga Aştiyê' hat li darxistin. Di mitînga ku girseya HDP'ê li wê bû du bomba li peyî hev teqiyan. Di encama êrîşa bombeyî de herî kêm 97 walatiyan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan welatî bigiranî birindar bûn. Li Wanê ji bo şermezarkirina êrîşa bombeyî û komkujiyê çalakiya dengdanê derxistin. Bi dehan welatiyê Wanê li kolana Cumhuriyetê li hev kom bûn û çalakî li dar xistin. Bi dehan welatiyanê ku bi kevçî û sêniyan dengderxistin bê navber dirûşmeyên wek "Katîl Erdogan" , "Hesabê bide gel" û "PKK gel e, gel livir e" berz kirin. Di pace û şanaşînan de jî welatiyan deng derxistin û piştevaniya çalakiyê kirin. Ajovanên wesayîtan jî bi lêdana qorneyê piştgirî dan çalekvanan. Li cihê çalakiyê gelek polîs bi maşîneyên zirxî amade bûn.

Çalakî li gelek taxan bê navber berdewam dike.

(ho/zt)