Esnafan ji bo komkujiya mîtinga aştiyê kepenegên xwe venekirin

10:11


JINHA

WAN - Li Wanê esnafan ji bo êrîşa bombeyî û komkujiya di mîtinga atiyê ya li Enqereyê hatî kirin nîşan bidin kepenegên kargehên xwe venekirin.

Mîtinga Aştiyê ku duh bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê hat li darxistin û rastî êrîşa bombeyî hat. Di êrîşê de 121 kesan jiyana xwe ji dest da û 516 kes jî birindar bûn. Komkujiya ku pêk hat li çar aliyê Bakûrê Kurdistanê, Tirkiye û cîhanê hat şermezarkirin. Esenafê Wenê jî ji bo bertek nîşandanê kepenegên kargehên xwe venekirin. Di serî de kolana herî qerebalix Kolana Cumhuriyetê, Maraş û li gelek cihan esnafan heya nivê rojê kargehên xwe venekirin. Esnafan bi deriyê kargehên xwe ve paceyên rêş dalîqandin û bûyerê şermezar kirin. Welatiyên derketin kolanan jî kincên rêş li xwe kirin û şîna xwe bivê awayê anîn ziman.

(ho/zt)