Cenazeyan teslîmî malbatên wan di kin
12:01
JINHA
ENQERE - Cenazê 6 kesên di qirkirinê de jiyana xwe jidestdane teslîmî malbatên wan hatin kirin.
Cenazê gelek welatiyên di qirkirinê de jiyana xwe jidestdane hatin teşhîskirin. Ji cenazên li Saziya Tiba Edliya Keçiorenê tên girtin 6 teslîmî malbatên wan hatin kirin. Malbat ji duh de li ber derê nexweşxaneyanin. Bêyî ku xebera malbatê pê hebe cenaze ji nexweşxaneyekê dibin nexweşxaneyek dinê, ve jî bû sedeme bertekên malbatan.
Malbatên ku ji duh nîvro heya niha li ber derê nexweşxaneyanin, hîna bi ti rayedarên dewletê re hevdîtin nekirine. Malbatan bi şêwirmendiya STK û welatiyan kon vedan û şeva xwe dibin wan konan de derbas kirin. Gelek malbat jî li ber nexweşxaneyekê rawestane, cenazên wan li nexweşxaneyekdinê derketiye, hîna nebese, navnîşanên nexweşxaneyan jî şaş dane malbatan, ev jî bû sedema bertek û nerazîbûnan.
Li hember mediyaya heyî bertek
Jinek a li ber Saziya Tiba Edliya Keçiorenê ji şevadinê ve dimîne bertek nîşanî ekiba CNNTURK'ê da û got: "Li ser êşên me nûçeyên derew çêdikin. Bila mediyaya heyî nekeve vêderê, ji duh heya niha nûçeyên parastina hikumeta xwe çêdike."
Cenazeyên teslîmî malbatan hatine kirin wihane;
"Yılmaz Elmascan (Pisrus Riha) Gulhan Elmascan (Erxenî), Emin Erdemir, Nizamettin Boğa, Resul Yanar (Manisa-Saruhan), Yunnus Derici ( Serê Golan Semsûr )
(zt)
