Kesên jî komkujiyê rizgar bûn ji aliyê hezaran ve hatin pêşwazî kirin
15:08
JINHA
WAN - Yekîtiyên Ked û Demokrasiyê yên Wanê ku duh ji bo Mîtinga Aştiyê çûn Enqereyê û li cihên teqînê bûn, li Wanê ji aliyê hezar kesî ve hatin pêşwazî kirin.
Endam û rêveberên Yekîtiyên Ked û Demokrasiyê yên Wanê ku ji bo piştgiriya Mîtina Aştiyê çûn Enqereyê û rastî êrîşa bombeyî hatin, vegeriyan Wanê. Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ji aliyê hezar kesî ve li parka Feqiyê Teyran hatin pêşwazîkirin. Endam û nûnerên DBP, HDP, Meclîsa Dayîkên Aştiyê, endamên Meclîsa Ekolojiyê jî de nav de bi hezaran kes di pêşwaziyê de amade bûn. Dema ku Girseya ji Enqereyê hatin girsê bi dirûşmeyên wek "Katîl Erdogan", "PKK gel e, gel li vir e", "Dê Kurdistan li we bibe dojeh", "Ligel hemû tiştî aştî, aştî" û "Bîji berxwedana gelê kurd" berz kir. Girseyê pankarta reş vekirin. Girseya di dorpêça polîs û wesaîtên zirxî de ji bo kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz girtin.
'Em ê di rêya hevalên xwe de piçin'
Pîştî rêz girtinê Berdevka Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê Ozgur Çelîkqale daxuyanî xwend û diyar kir ku ew dê heya dawiya jiyana xwe komkujiya Enqereyê ji ber nakin. Ozgur got ku hevalên wan ji bo aştiyê jiyana xwe jidest dan û dê ew jî şopdarên hevalên xwe yên aştîxwez bin. Ozgur diyar kir ku tenê sedema van êrîşan hêrsa hilbijartina 7'ê hezîranê ye û wiha axivî: "Em xemgîn in, di şînê dene û xwedî raperînekî mezin in. Îro gelê kurd li hember hişmendiya deshîlatdariyê têdîkoşe. Hevalên me ji bo daxwaza aştiyê çûn lê mixabin rastî êrîşê hatin. Ev komkujî tu carî nayê ji ber kirin û em ê ji bo aştiyê her tim li qadan bin."
(ho/zt)
