Hunermendên jin li ser hesabê xwe yê civakî êrîşa bombeyî şermzar kirin
16:50
JINHA
WAN - Hunermend û stanbêjên jin yên nav dar êrîşa bombeyê û komkujiya li Enqereyê pêk hat şermezar kirin. Hunermendên jin aninin ziman ku "Gelo dema ku em bimirin dê aştî çêbe"
Li ser banga Rêxistina Ked û Demokrasiyê di li Enqerayê "Mîtinga Aştiyê" de hat lidarxistin. Di destpêka mîtingê de di 30 saniyan de li du cihan bombe hat teqandin. Di encama teqînê de 121 kesan jiyana xwe ji dest da û 516 welatî jî birindar bûn. Li gelek deverên Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê komkujî hat şermezar kirin. Hunermend û Stranbejên jin yên navder jî di hesabên xwe yên Twitterê de êrîş û komkujiyê şermezar kirin.
Hunermend Ebru Şalli di malpera xwe de komkujiyê wiha şermezar kir: "Em di welatekî çawa de dijîn. Em nizanin ku dê piştî deqeyek din çî bê serê me. Bi rojan e ku agahiyên mirinê tên me. Em her sibeh bi tirsa ku wê sibê çîbibe şiyar dibin. Îro bi dehan kes mir dê sibê çend kes bimirin. Dilê me têşe em xemgîn in"
Pêşkêşvan Esra Erol jî ev tişt got: "Ez di welatê xwe de aştî û aramiyê xeyal dikim. Lê mixabin tenê xeyal e. Kesên ku îro li Enqerayê di êrîşa bombeyê de jiyana xwe ji dest dan ji bo aştiyê çûn lê mirin. Li vî welatê daxwaza aştiyê jî suce."
Mankena navdar Arzum Onan jî di malpera xwe de êrîş şermezar kir û got ku ligel her tiştî aştî.
Ahu Sungur got ku dema ew tev bimirin dê aştî çêbe û ev tişt got: "Gelo dê çend canên dî biçin. Welatê me di nav xwînê deye. Em vê hovîtiyê şermezar dikin."
(ho/zt)
