Li Surê welatiyek din qetilkirin
20:22
JINHA
AMED - Gelê Amedê bi boneya komkujiya li Enqereyê şermezar bikin, bi deh hezaran daketin kolanan û meşiyan. Welatiyên çalakî pêk anîn rastî êrîşa polîsan a bombeyên gazê hatin. Welatiyê nexweşê dil Abdulaziz Taruk, ji ber bombeya gazê ya polîsan jiyana xwe ji dest da.
Bi deh hezaran welatî li Amedê bi boneya komkujiya li Enqereyê li dijî mîtînga aştiyê pêk hat şermezar bikin çalakî pêk anîn. Welatiyên meşiyan rastî êrîşa polisan a bi bombeya gazê hatin. Li taxa Mêrg Ahmetê ya Sûrê welatiyê 63 salî Abdulazîz Tarûk ê rastî êrîşa polîsan a bombeya gazê hat jiyana xwe ji dest da. Abdulazîz, ku di bin gaza bombeyan de ma dilê wî sekinî û jiyana xwe ji dest da. Welatiyan Abdulazîz rakirin nexweşxaneyê, lê Taruk di rêde jiyana xwe ji dest da.
Li aliyê din bi heman armancê li hemû tax û kolanên Amedê dengê çalakiyê bilind dibe. Bi hezaran welatiyên ku daketin kolanan û li eywan û camên xwe dest bi çalakiya dengderxistinê kirin, Welatiyan li kolan, eywan û ber deriyên xwe bi kevçiyan li tas, tawe û yengok û beroşan xistin û deng bilind kirin. Çalakiya dengderxistinê li hemû kolan û kuçeyên Amedê belav bû û Amed bi dengê beroj û taweyan zimzim e.
(zt)
