ROJEVA 12 YÊ COTMEHA 2015'AN A JINHA YÊ

09:13

*Hevala yek ji pêşengên jinên di meha cotmehê de jiyana xwe jidest dane Gurbetelli Ersoz a tekoşînê Endama Koordinasyona KJK'ê Besê Erzincan got: "Çawan ku di wan demên zor de Gurbeteli Ersoz li hember îskence û zilmê rojnamegerî dikir divê îro jî rojnamegerên jin li hemberî faşîzma AKP'ê beşdarî kevneşopiya berxwedana Gurbetelli bibin."

*Namzetên HDP'ê dan zanîn ku di Danezana Hilbijartinê ya Jinên HDP'ê de balhatiye kişandina ser keda jinê ya ji nedîtî ve lêtê nêrîn û gotin: "Emê ji bo jinên di nava malê de dixebitin qala mafên wan yên civakî, sîgorta û teqawîtbûnê bikin."

*Endamên Mala Jin a bajarê Qamişlo, komkujiya ku li paytexta Tirkiyê Enqerê di mitînga aştiyê de pêk hatî bi tundî şermezar kirin û wiha gotin, "Em ê destûr nedin ku hikûmeta AKP'ê li ser xwîna sivîlan hegemonya yê xwe bide avakirin."

*Prof. Dr. Sevda Alankuş, duh û îroya medyaya navendî nirxand û got: "Rojnamegeriya mediyaya navendî dike rojnamegeriya şere. Medyaya navendî bi giştî ketiye bin bandora deshilatiyê, ger nekeve bin bandorê dê rastî tehdîd, şidet û sansurê bê. Ji xwe mediyaya Tirkiyê bi rojnamegeriya şer tê nasîn, di van demên dawiyê de jî hîn zêdetir xira bûye."

*Hevseroka KCD'ê Selma Irmak diyar kir ku pêk hatina komkujiyê di roja ku wê KCK'ê agirbest îlan bike xwidî wateyek cuda ye û wiha got: "Ev peyameke. Ev komkujî ji aliyê kesên ku dibêjin 'em ji agirbestê têr bûne' pêk hatî. Ev bersivek ji agirbestê re bû. Bi vê helwesta xwe dibêjin em agirbestê nasnakin û em ê xwîn birjînin. Ji ber ew li ser xwînê dijîn."