Li Îdirê hilbijêrên hatin girtin li dadgehêne
10:47
Cotmeh
12
/ 2015
JINHA
ÎDIR - Li Îdirê di navê de Heşvaredara Îdirê Şaziye Onder jî heyî 10 hilbijêrên hatin binçavkirin li dadgehê ne.
Di roja 9'ê Cotmehê de li bajaroka Hoşhaber û navçeya Tuzluca ya Îdirê di serdegirtinên malan de Heşvaredara Îdirê Şaziye Onder jî heyî 10 hilbijêrên DBP'ê hatin binçavkirin. Di saetên pêş de tê payîn ku li dozgeriyê îfada wan bê girtin, ji saetên serê sibê de gelek welatî herikîne ber Edliyeya Îdirê ji bo alîkarîdayîna hilbijêran.
(zt)
