Li Geverê şer û bombebaran
13:14
Cotmeh
12
/ 2015
JINHA
COLEMÊRG - Li herêma Geliyê Doskî ya Geverê ji ber operasyona leşkeran di navbera gerîlayên HPG'ê û leşkeran de pevçûn derket.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di seatên serê sibê de bi tevlîbûna gelek leşkeran li Herêma Geliyê Doskî operasyona leşkerî da destpêkirin. Hat ragihandin ku bi helîkopteran leşker li herêmê danîn û ji ber operasyonê di navbera gerîlayên HPG'ê û leşkeran de pevçûn derket. Hat diyarkirin ku herêm ji hêla helîkopteran ve tê bombebarankirin.
Her wiha gelek wesayîtên zirxî û tank şandin gundên Şitazin û Sirangirê
(zt)
