Li Şirnexê DÎSK'ê dest bi girevê kir

15:18

JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnexê Sendikaya DÎSK’ê qetlima Enkerê şermezar kirin û dest bi gireva ku 2 rojan kirin. Parlamentera HDP’ê Aycan Îrmez karkerên DİSK’ê ziyaret kir û diyar kir ku ev şerê heyî ne şerê gelana şerê AKP’ê ye.

Li Şirnexê Sendika DÎSK'ê bi armanca ku qeltiama Enqerê Şermezar bike girava dev ji kar berdanê kirin û li ber Şadradariya Şîrnexê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakvana pankartên, “Em Qetliama Aşitiyê ya 10. 10. 2015’an şermezar dikin” daleqandin. Parlementera HDP’ê Aycan Îrmez çalakvana ziyaret kir. Aycan di çalakiyê de axivî.

Aycan da zanîn ku hemû gelan mirov bi armanca aşitiyê bînin ziman herîkine Enkerê lê hukûmeta AKP’ê carakadin rûyê xwe yê qirêj nîşanî wan de ye û peyama “Hûn çidikin bikîn emê vî şerî berdewam bikin” dana wan. Aycan desnîşan kir ku ev şer ne şerê gelane, şerê Serokomar Recîp Tayîp Erdogan û yê AKP’ê ye û wiha got: “Em tenê dikarin bi tekoşînê li hember vî şerî bisekinin. Êdî gel hêzên diktator qebûl nakin.”

(ma/zt)