ROJEVA 13 YÊ COTMEHA 2015'AN A JINHA YÊ

09:11

*Ji ber qirîza abori ya li Herêma Federala Kurdistanê ev hefteyeke dibistan di boykotê denin. Jinên mamosta gotin: "Mamosta tenê ji bo muçe derneketine kolanan. Em dixwazin ev dizî û bêduzenî ji holê rabe. Em dixwazin duzena jiyanê bê rastkirin."

*Mesture Erdelanî di sala 1805'an de ji dayîk bû, ew jinek helbestan û dîrokzan a bê mirine. Mestûre bi qasî helbetvaniya xwe jineke bi hêz û wêrek bû. Mestûre di jiyana xwe de 20 hezar beyt bi zimanê farsî nivîsiye. Pirtûka Mestûre Erdelanî ya yekemîn ku bi salan li ser dîroka Mîrîtiya Erdelaniyan lêkolîn kir û rawestîya di sala 1946'an de li Sine hat çapkirin.

*Xerab kirina Goristana Çiyayê Cudî li Şirnexê hat protesto kirin. Dayikên ku derketin kolanan û vê yekê protesto kirin gotin ku dewlet ji hestiyê wan jî ditirse û êrîşên hovana pêk tîne. Dayîkan diyar kirin ku ev sîh sale lihember tank û topan bi beran şerê mirovahiyê dikin û dê vî şerê rûmetê dewam dikin.

*Ji Namzetên Parlementerên HDP'ê yên İzmirê Mulkiye Birtane, li gel qadên perwedê û nivîskariyê di gelek qadên siyasî de jî xebatan birêve dibe. Mulkiye wiha got: "HDP jiyan bi xwe ye. Ji bo me jinan navnîşanek ku em xwe têde bînin zimane. Ji ber ku em jin nîvê civakê ne. Ji ber ku sazumaniyek me ya aştixwaz û parvekirinê heye ji bo wê HDP navnîşana em xwe têde bînin zimane."

* Bi hatina demsala payîzê re li Wanê karkeran dest bi palayê sêvan kirin. Karkerên demsalî ên jin yên ku bi berhevkirina sêvan debara xwe dikin diyar kirin ku ew di ferqa zehmetiyên karê xwede ne û wiha gotin: "Her çiqas karê me zehmet be em bi heskirin nêzdibin. Ji ber em di nava xwezayê de ne."

* Bi slogana 'Bi jinên azad ber bi cavaka azad ve' Navenda Jinan a Nûjîn ya li navça Bismil a Amedê bi armanca ji bo qada jiyanê ji jinan re fireh bikin xizmet ji bo jinên Bismilê dike.