Di protestoya qirkirina Enqerê de 8 kes hatin girtin

13:51

JINHA

ANTALYA - Polîsan êrîşê girseya di protestoya qirkirina Enqerê denin kirin û 8 kes girtin binçavan.

Polîsan êrîşî girseya ku bi banga Komeleya Hiquqnasên Hemdem (ÇHD) ê li ber derê Edliyeya Alaniyayê kombûn kirin. Polîsan bi gaza îsotê û copan êrîşî kîtleyê kirin, Serokê Şaxa Egitim Sen a Alaniyayê Huseyîn Erdem, endamên Egitim Sen ê Veli Hansu û Kemal Gol li gel Abdulhakim Aktaş, İbrahim Halil Ayçiçek, Sevim Ediren, Şengul Eyidogan û Ali Dalgıç bi darbkirinê girtin binçavan.

Yên girtin binçavan birin Emniyeta Alaniyayê.

(zt)