Li Berwariyê mertalên zindî hatin binçavkirin
16:27
JINHA
SÊRT - Li navçeya Berwariyê piştî "Şehîdgeha Şehîd Resûl û Şehîd Azîme" ji hêla balafirên şer ve hat bombebarankirin û operasyona leşkerî hat destpêkirin 11welatiyên xwestin biçin herêmê ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin.
Li navçeya Berwariya Sêrtê roja 11'ê cotmehê "Şehîdgeha Şehîd Resûl û Şehîd Azîme" a li çiyayê Herekolê ye ji hêla balafirên şer ve hat bombebarankirin û operasyona leşkerî hat destpêkirin. Piştî bombebaranê di nava wan de Hevserokê DBP'ê yê kevn Berwariyê Temel Ozer, rêvebera HDP'ê ya Berwariyê Nazmiye Guzel jî hebû xwestin biçin herêmê. Polîsên ku têketina navçeyê bi wesayîtên zirxî girtinbûn pêşiya mertalên zindî girtin. Li ser israr welatiyan polîsan 11 mertalên zindî binçav kirin.
Hat ragihandin ku Nazmiye Guzel, Temel Ozer, Aycan Ozer, Nurcan Ozer, Nahîde Onuk, Reşîit Mucuk, Mehmet Adiyaman, Mehmet Încîl, Fiyet Secuk, Emîn Secuk û Alî Alptekin ên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Berwariyê.
(zt)
