Şaxa KESK a Colemêrgê bi daxuyaniyekê çalaki dawi kir
16:53
JINHA
COLEMÊRG - Şaxa KESK a Colemêrgê bi daxuyaniyekê çalakiya xwe dawikir.
Şaxa KESK'a Colemêrgê çalakiya 2 rojan a rawestandina jiyanê ku duh despêkiribûn îro seat di 15.30'an de bi daxuyaniyekê dawî kirin. Di daxuyaniyê de Hevşaredara Colemêrgê Fatma Yıldız, Parlementerê Colemêrgê Nihat Akdogan rêveberiya KESK, HDP û DBP'ê jî dinavê de gelek welatî amadebûn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê KESK'ê Suleyman Aşkan ve hat xwendin.
Suleyman balkişand ser bê bepirsyariya hikumeta AKP'ê û wiha got: "Em carek din komkujiya ku li Enqereyê pêk hati bi tundi şermizar dikin. Em hevalên me yên jiyana xwe ji dest dayin bibirtinin. Hikumeta AKP'ê li Enqerê darbeyek mezin li aştiyê da, xwest aştiyê li wê bikuje, lê emê li hemberi hemu astengiyan bimeşin. Emê bi qezenckirina aştiyê bersivê bidin hikumeta AKP'ê. Em ji bo hevalên xwe xemginin. Dê saray nagihije armanca xwe. Dê kedkar, cotkar û mazlum qezenc bikin. Em bi vê daxuyaniyê çalakiya xwe dawi dikin, lê ev nayê wê wateyê ku emê dest ji berxwedanê berdin. Emê heya dawi yê hesabê vê komkujiyê ji sarayê û desthilatdaran bipirsin."
Pişti daxuyaniyê bi durişmên "Bijî aştiya gelan" û "Kujer Erdogan" çalaki dawi bû.
(zyd/zt)
