ROJEVA 14 YÊ COTMEHA 2015'AN A JINHA YÊ

09:00

*Xedîce Ferhan li Rojava di firinê de dixebite û bi sekna xwe li dijî kevneşopiyên civakê têdikoşe wiha got, "Her jinek dikare bi vîna xwe li hember kevneşopiyên civakê têbikoşe û xwedî li keda xwe derbikeve.

*Binpêkirina mafê girtiyên siyasî her ku diçe zêde dibe. Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagci ku bi hinçeta "Heqaret li karmendê dewletê kiriye" hat girtin û sirgunî Girtîgeha Oltuyê ya Erziromê kirin û di qawuşa edliyan de tê girtin. Hevseroka TUYAD-DER'ê Aynur Bagiş diyar kir ku armanca dewletê ew e Hevşaredar Handan Bagci wek sucdarekî edlî bide nîşandan.

*Jinên Erdîşê bertek nîşanî binçavkirina sê jinên hilbijartî ên siyasetvan dan û çalakiyê xwe li ber emniyetê didomînin. Ji jinan Fîlîz Îşler destnîşan kir ku bi binçavkirin û operasyonan ew ê nekaribin gelê Kurd bitirsînin û wiha got: "Zîhniyetên ku ji hêz û biryarê Kurdan tehmûl nakin, dixwazin bi qetilkirinê bi ser bixin. Banga min ji tevahî gelê Kurd ew e ku, li dijî terora AKP'ê yekîtiya xwe mezin bikin û dawî li dîktatoriya wî bînin."

*Dibistana seretayiya Ferzad Kemanger ku sala derbasbûyî dest bi perwerda kurdî kiriye di sala duyemîn de dest bi perwerdê kir. Ji xwendekarên dibistanê Sarya Aslan û Rêber Macar diyar kirin ku ji ber ew kurdin ji bo wê jî dixwazin biçin dibistana kurdî û gotin: "Em ne tirkin heya biçin dibistana tirkan."

*Endama Meclîsa Jinên Şengalê Buhar Yusif Qaso êrîşa bombeyî a li dijî mitînga aştiyê bi tundî şermezar kir û got: "Berpirsyarê vê komkujiyê hikûmeta AKP'ê ye."

* Niştecihê gundê Olek ya Bedlîsê diyar kirin ku piştî êrîşên ser 'Şehîdgeha Xerzan'ê ew tirsê xwe derbas nekirine û gelek pê bandor bûne. Muzeyyen Şîşman a ji gundê Olek got, "Ji şehîd û miriyên me çi dixwazin ez nizanim. Ji hestiyên ku bi salaye di bin axê de çi dixwazin."

*Namzeta Parlementera HDP'ê ya Edene Derya Nar Çîçek da zanîn ku ji ber HDP'ê bi giranî cih dide têkoşîna jin û gelek nasname ew cihê xwe girtiye û wiha got: "Wek jinek di wê baweriyê de me ku tenê partiya ku ez bikaribim dengê xwe têde bilind bikim HDP'ê ye. Ji ber vê baweriya xwe ez cihê xwe di nava HDP'ê de digrim."

*Derket holê ku Îdris Cebe yê 18 salî ku li Kerboranê hatî qetilkirin tenê guleyek li çena wî xistine û wiha qetilkirine. Li gorî gotinên şahidê bûyerê di roja duyemin ya qedexeya derketina kolanan de 15 tîmên tayîbet ketin hindirê bînayê, ji heman bînayê rojek paşê cenazê Îdris derket, şopên xwînê nediyarbûn, dibek ku berê Îdrîs qetilkirine.

*Şahidên bûyera çar rojan li Surê qedexeya derkektina kolanan tiştên hatin jiyîn vegotin. Kine Bilici ya 70 salî got: "Gule ji min derbasbû, lê serê Hêlîna biçuk parçe kir. Polîsên ketin vêderê ne mirovin. Ji çukên difiriyan heya pişîkên di nava kolanan de dibeziyan her tişt gulebaran dikirin. Mal û her tiştên me çun, lê dema ku Hêlîn û yên weke wê jiyana xwe jidest dan jiyan kiribana bila malê me û hemû tiştên me qurbana wan biribana."

*Jinên saziyên Colemêrgê bertekên xwe li hember qirkirina Enqerê nîşandan û diyar kirin ku hikumeta AKP'ê li her deverê dest bi qirkirinan kirine.

*Li paytexta Tirkiyê Enqereyê li dijî mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê êrîşeke bombeyî pêk hat. Di encamê de zêdetirî 128 kesan jiyana xwe ji desta dan û bi sedan kes birîndar bûn. Ev êrîşên bombeyî û komkujiyên pêk hat plana B û C a Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dine bira mîrovan. Erdogan planên xwe yên B û C ê yek bi yek têxe faliyetê.