ROJEVA 15 YÊ COTMEHA 2015'AN A JINHA YÊ
09:00
*Namzeta Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Arife Çınar, diyar kir ku AKP û Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi konsepta şer tevdigerin û got: "Armanca Serokomar weke em hemû dizanin avakirina saltanantê mêrekê ye."
*Di nava 57 rojên derbasbûn de bi dehan hevşaredar hatin binçavkirin û ji wan 17 kes hatin girtin. Hevseroka Yekitiya Rêveberên Herîmî yê Demokratîk Çîmen Işik da zanîn ku êrîşa li hemberî hilbijêran nayê qebûlkirin û got ku armanca van operasyonên qirkirina siyasî ew e ku "xwerêvebirinê" vala derbixin û çavtirsînê çêbikin.
*Hêzên parastina cewherî ên ku li Geliyê Şilo ya rojhilatê Şengalê li hember dagirkeriyê çeteyan berxwedidin dest bi operasyonek kirin. Jinên Êzidî jî li eniya piştê xwarina şervanan amede dikin. Jinên temen mezin gotin: "Ji ber hêzê me têrê nake ku em biçin eniyên şer, em wiha piştgiriyê didin berxwedanê."
*Dayîka leşker a ku 15 salin li hemberî lixwekirina amade ji bo pîşeyê dirunê winda nebe dirunê dike û bi wî awayî tekoşîna jiyanê dide Nurhan Kamer bang li hemû dayîkên Kurdistan û Tirkiyê kir û got: "Mirov qetilnekirin çawan dibe qetilkirina mirovan hîn zêdetir zor dibe. Ma gelo çawan bûye ku ewqas qetilkirina mirovan hêsan bûye? Gerila û leşker hemû zarokên mene. Em hemû dayîkin bila em êşa weledan nebînin."
