Li Colemêrgê bi hinceta bomba heye ser yurda xwendekaran de girtin

15:32

JINHA

COLEMERG - Bi hinceta bomba heya tîmên tayîbet ser yurda xwendekaran de girtin.

Bi hinceta îxbara bomba heye tîmên tayîbet êrîşî yurda xwendekaran a Colemêrgê kirin, hindir valakirin, ketin nava yurdê û lêgerîn kirin, lê tiştek nedîtin û derketin. Paşê Heyeta HDP'ê ya di navê de Hevşaredara Colemêrgê Fatma Yıldız Parlementer Nihat Akdogan û Hevserokê Komelaya Mafê Mirovan (İHD) İsmail Akbulu jî heyî hatin cihê bûyerê û bertek nîşanî serdegirtinê dan. Nihat diyar kir ku armanca wan ewe di nava gel de tirsê çêbikin tiştên wiha dikin.

(zyd/zt)