Baro ya Colemêrgê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrîşên ser parêzeran da
17:07
JINHA
COLEMÊRG - Baro ya Colemêrgê di derbarê êrîşên ser parêzeran de bi daxuyaniyek nivîskî bertek nîşan dan. Di daxuyaniyê de hat zanîn ku dema parêzeran xwestine êrîşa li Enqerê protesto bikin rastî êrîşan hatine û ev yek tê wateya rêzdarî li hemberî dadê nemaye.
Baro ya Colemêrgê di derbarê komkujiya li Enqerê di mitînga aştiyê ya ku ji aliyê rêxistina Ked û Demokrasiyê ve hatî rêxistin kirin de çêbûyî û têde bi sedan mirovan jiyan xwe ji dest dayî û birîndar bûyî de daxuyaniyek niviskî da. Di daxuyaniyê de hat destîşankirin ku dema piştî komkujiyê parêzeran xwesiye êrîşê şermezar bikin jî rastî êrîşên polîsan hatine û wiha hat gotin: "Em destpêkê komkujiya ku li enqerêyê pêk hati bi tundi şermizar dikin û kesên ku jiyana xwe ji dest dayin bi rêzdari bibrtinin. Piştî êrîşê jî dema hevalên me xwestine komkujiyê protesto bikin jî rastî êrîşan hatine, ev jî dide nîşandan ku ti rêzdariya hikumeta AKP'ê li hember dadê û parêzeran nemaye."
(zyd/zt)
