Li Şirnexê di saetên sibê de polîsan êrîşî gel kirin

08:37

JINHA

ŞIRNEX - Di saetên serê sibê de polîsan li navenda Şirnexê êrîşî gel kirin. Dema ku polîs rastî berxwedana gel hatin û nekarîn têkevin taxan çekên giran bikartînin.

Li Taxa Yeniya navenda Şirnexê polîsan di setên sibê de êrîşî gel kirin. Polîsên ku bi kepçan û panzêran hewilda têkevin taxê rastî berxwedana gel hatin. Dema ku nekarîn bikevin taxê vêcarê jî bi bimba atar û çekên giran êrîşê gel kirin. Hate hînbû ku 3 teqînên mezin pêk hatine û gelek mala ji van teqînan zirar dîtiye û ji taxê duman bilind dibin. Niha jî êrîşên li ser gel dewam dikin û gel jî bi çalakiya deng derxistinê bersiv didin êrîşan.

(ma/zt)