ROJEVA 16 YÊ COTMEHA 2015'AN A JINHA YÊ

09:00

*Mamosteya Dibistana Mezin Hesên ya bajarê Hesekê Sakîne Heso derbarê perwerdehiya sala nû de nirxandin kir. Sakîne diyar kir ku her gel bi çand û zimanê xwe heye û wiha got: "Ziman hebûna gelane. Divê bi nifşa nû em hebûna xwe pêş bixin û bi rêxistin bikin."

*Parlementera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel diyar kir ku AKP'ê li hember hemû gelên li Tirkiyê aştiyê dixwazin polîtîkaya qirkirinê daye despêkirin. Çaglar da zanîn ku ji ber eşqa xwe ya îktidarê darbe li aştiyê dan û dê berpirsên şerxwaz yek bi yek bên darezandin.

* Jinên ku lîstokên xwe di aliyê hêvî û aştiyê de dixebitînin gotin; "Çima em ji bo HDP'ê hêvî dibêjin? Ji ber ku niha li hember hemû bêmafî û tarîtiyan ruyê HDP'ê yê sipî disekine."

*Jinên Hezexê ên ku bi berxwedana xwe êrîş û dorpêça leşkeran vala derxistine, ji bo parastina kolanên xwe dest bi kolana xendekan kirine. Jinan diyar kirin ku ew ê taxê xwe ji polîs û leşkeran re nehêlin û heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê li kolanên Kurdistanê li berxwe bidin.

*Kovara Şukufezar di Dema Osamaniyan de li hemberî hemû deshilatiya mêran bi perspektîfa bihîstina dengê jinan li ser wekheviya jin û mêran pêşdikeve. Kovara berî niha 131 salan weşandikir hemû xebatkarên wê jin bûne û paşnavê nivîskarên xwe bikarnedianîn.

*Hêzê Parastina Civakê (HPC) li dijî êrîşên awerte, jin zarok, ciwan, mêr û hemû kesimên civakê perwerdeya parastina cewherî dide. Fermandara HPC'ê Bêrîvan Herekol diyar kir ku civakek bêy parastin civaka miriye û destnîşan kir ku pergala parastina cewherî di heman demê de ewlehiya serkeftinên jinan e.