Li Şirnexê di encama êrîşa polîsan de agir bi xanî ket

12:24

JINHA

ŞIRNEX - Li navanda Şirnexê li taxa Yenî êrîşê polîsan berdewam dike. Di encamê êrîşê polîsan de agir bi malek ket, hat zanîn ku ji ber ku polîs gule direşîne gel nikare mudexeleyê agir bike û nayê zanîn ku ka kes di xaniyê de heye an nîne.

Li navende Şirnexê dorpêça li ser taxa Yenî dewam dike. Polîs ji saetên sibê de taxê bi wesayîtên zirxî dorpêç kirye û sekvanan li cihê bilind bi cih dike. Di encama êrîşa polîsan ya li ser taxê de agir bi xaniyek ket. Welatiyên ku xwestin mudaxeleyê agir bikin rastî gule reşandinê polîsan hatin. Ji ber xanî li taxê nêzî hevin tehlûkeyê ku agir belav bibe heye. Ji bo pêşî li komkujî û dorpêça polîs û leşkeran bê girtin Heyeta ku Parlementera HDP'ê Aycan Îrmez di navde heyî derbasî taxê ku pêvçûn lê heyî bûn.

Her wiha çalakiya berxwedan û dengderistinê ya gel berdewam dike.

(ma/rc)