ROJEVA 17 YÊ COTMEHA 2015'AN A JINHA YÊ
10:27
* Jinên ku beşdarî Dewreya Perwerdeya Ekîn Wan a ku ji aliyê Hêzê Parastina Civakê (HPC) ve hatî bi rêxistin kirin bûne, xwe niha hîn bi hêztir û azad hîs dikin. Jinan diyar kirin ku li hember êrîşan ew amedene hem civak û hem xwe jî biparêzin û gotin: "Em ê li bendê tu meêrî nemînin ku bê parastina me bike."
*Xebatkara Dadgeha bajarê Hesekê Gulîstan Şêxmûs li hember şert û mercên jiyanê ên zehmet, koçberî û zilma rejîma Baasê têkoşîna jiyanê dide. Gulîstan diyar kir ku li hember hemû zehmetiyên jiyanê jin dikare bi vîna xwe li berxwe bide û got: "Divê jin ji nava çar dîwaran derên û li pêşeroja xwe binêrin."
* Dîroka Surê ya sed hezar salan bi destê dewletê tê tinekirin. Seroka Dawîreya Çand û Turîzma Bajarê Mezinê Amedê Nevin Soyukaya diyar kir ku sazumaniya bajarekê ya dîrokî nasnama wî bajariye û got: "Sazumaniya dîrokiya bajarekê di heman demê de dewlemendiya çanda wî bajariye. Tinekirina wê tê wateya tinekirina nasname û hembûna wî bajarî."
*Akademisyen Dîlek Haatatoglu wiha got: "Ji bo aştî pêk were gavên şênber pêwîste bên avêtin. 'Bifikirin ku şer derketiye lê kes nîne ku biçe şer', aştî tenê wê wiha were. Aştî anîn di destê me de ye. Ez bang li dayîk, bav û ciwanên ku temenê wan a leşkeriyê hatî dikim; eger em vê dewleta qatîl bêy polîs û leşker bihêlin û ew jî kes nebînin ku fermanê bidin, dê wê demê aştî pêk were."
*Li hember komkujiya Enqerê her ku diçe nerazîbûna gelê Rojava zêde dibe. Cîgira Desteya Dadê Evîn Xelo destnîşan kir ku armanca komkujiya Enqerê şikandina vîna gelê aştîxwaze û got: "Yekîtiya tevahî gelên aştîxwaz dikare van êrîşan têk bibe."
