Li Geverê operasyonên leşkerî û pêvçûn
12:38
JINHA
COLEMÊRG - Li çoltera gundê Şitazinê yê Geverê di navbera gerîlayên HPG'ê û leşkeran de pevçûnên dijwar rû didin û ji 4 şivanên ku ev 2 roj in li herêma pevçûnê asê mane agahî ji wan nayê girtin.
Li herêma Geliyê Doskî û çoltera gundê Şitazinê yê Gevera Colemêrgê ev 2 hefte ne di navbera gerîlayên HPG'ê û leşkeran de pevçûnên dijwar diqewimin. Hat ragihandin ku vê sibê jî pevçûnên dijwar dest pê kir. Her wiha balafirên şer herêmê bombebaran dikin. Hat zanîn ku pevçûn bi taybetî li herêmên Serêsatê, Girêberxan, Mêrgezerkan, Gomankê û Geperê bi dijwarî didome.
Her wiha nêzî 100 wesyîtên leşkerî yên şevê din ji Wanê hatin çûn herêma pevçûnê.
Li herêma ku pevçûn dijwar bûye şivanên bi navê Nazim Kartal, Hakîm Çakmakçi, Savaş Kamerî û Zahir ê paşnavê wî nehat zanîn asê mane. Ev 2 roj in agahî ji her 4 şivanan û bi hezaran pezê wan nayê wergirtin.
(zyd/rc)
