'Agahî ji Licê nayê wergirtin'
14:07
AMED - Der barê qedexeya derketina derve û êrîşên polîs û leşkeran ku ev 3 roj in li Liceyê tên kirin de, Rêxistina DBP'ê ya Amedê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Rêxistina Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Şaxê Amedê diyar kir ku ev 3 roj in ji ber dorpêçiya leşkeran têkiliya Liceyê bi cîhanê re qut bûye û got, "Li vê navçeya ku xetên telefon û înternetê lê hatine qutkirin, mirov nikarin xwe bigihînin welatiyên lê dijîn. Ji rewşa navçeya xwe Liceyê em gelekî bi fikar in."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku têkilî bi navçeyê re nikare bê danîn û got, "Navçeya me Licê ev 3 roj in ji aliyê leşker û polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Ketin û derketina navçeya me Licê hatiye qedexekirin. Li 50 gundên ser bi Liceyê pirsgirêka xwarinê heye. Li navçeyê jî, nexweşên giran jî di nav de gelek nexweş nikarin biçin nexweşxaneyan."
Bi taybetî gundên Sisê, Derxus û Huseynike, herêma ji sînorê navçeya Farqînê heta sînorên Hezro û Pasûrê, bi temamî hatine girtin. Li vê navçeya ku xetên telefon û înternetê lê hatine qutkirin, mirov nikarin xwe bigihînin welatiyên lê dijîn. Ji rewşa navçeya xwe Liceyê em gelekî bi fikar in. Bi ti awayî em nikarin agahiyan ji rewşê bigirin. Em ji ewlekariya jiyanê ya welatiyên me yên li navçeya me Licê û gundên wê dijîn, bi fikar in."
(rc)
