ROJEVA 18 YÊ COTMEHA 2015'AN A JINHA YÊ

09:06

*Hêza Parastina Civakê (HPC) ê li hember êrîşên awerte perwerde dide hemû kesimên civakê. Jinên netewên cuda jî cihê xwe di nava perwerdeyê parastinê de girtin. Ji gelê Ereb Mardiye El Hesen û Muna Saîk El Nasir ên ku dewreyên xwe ya perwerdê qedandine diyar kirin ku, Rojava dê yekîtiya gelan nîşanî tevahî cîhanê bide.

*Asmin Polat a yek salî hîna nehatî dinê dayîka wê ji ber tevlî çalakiya Roja Aştiya Cîhanê bûye û bi hinceta 'govenda îdeolojîk girtiye' li gel wê hatiye girtin. Dayîka Asmînê Sevgî Îmal Polat qala rojên wê yên girtîgehê kir û da zanîn ku Asmîna di girtîgehê de hînî xwendin û nivîsandinê bûyî gelek ji girtina govendê hez dike. Dayîka Asmînê diyar kir ku ji bo dema Asmîn mezin bû bixwîne ew rojnivîskê dinivîse.

*Navenda Jinan Nûjîn a ku dibiniya Şaredariya Bismilê de xebatên xwe birêve dibe, ji bo jinan hem navenda hînbûnê û hem jî ya bi hişmendîbûnê ye. Endama navendê Leyla Gokalp diyar kir ku ew li hemberî hişmendiya civakê ya zayendperest tekoşînê dikin û xwest ku hîn zêdetir navendên jinan bên vekirin.