ROJEVA 19 YÊ COTMEHA 2015'AN A JINHA YÊ

09:26

*Li Çiyayê Zagrosan dema berhevkirina kewzanan hatiye, li ber dikanan jî xwe dide nîşandan. Kewzaniya bi navê Songul Aşkan diyar kir ku ew diçin çinîna kewzanan, paşê têra zivistana xwe radikin û yên dinê li bazara Colemêrgê difiroşin.

*Di daxuyaniya girtiyên PAJK'ê yên li Girtîgeha Tîpa L ya Jinan a Şakranê de di derbarê binpêkirinên mafan ên ser girtiyan de hat diyar kirin ku li gel guherîna mudur konsepta şerê ji derve despêkirî li hindir jî berdewam dike û li hemberî girtiyan harb dane despêkirin.

* Hevseroka bajarê Qamişlo ya PYD'ê Beşîre Dervîş derbarê komkujiya Enqerê de nirxandin kir û got: "Komkujî çawan pêk hatî, kî kiriye divê dewleta Tirk zelal bike. Berpirsê yekem a komkujiyê hikûmeta AKP'ê ye."