ROJEVA 20 YÊ COTMEHA 2015'AN A JINHA YÊ
09:02
*Hijmara 10'emîn a Kovara Roperi a ku ji aliyê Jinên li Girtîgeha Jinan a Şakranê dimînin ve hatî amadekirin derket. Ev hijmara kovarê hemû li ser berxwedana Cizîrê hatiye nivîsîn.
*Parlementera Tevgera Goran Mûnîra Osman Alî destnîşan kir ku parlementerên siyasî ên jin dervî partiyê xwe dernayên û got, "Wek jinên parlmenter di çareseriya pirsgirêkê herêmê de me pêşengî nekir. Di vê mijarê de helwestek me ya hevgirtî pêşneket. Ji ber tu parlementerên jin dervî sînorê partiyê xwe dernayên."
*Ji şahidên qirkirina Enqerê Nebile Irmak Çetin got: "Ji ber me soz dabû jinên Cizîrê em li Enqrê bûn. Jinên Cizîrê şahidî ji hovîtiyek mezin re kirin. Em li hemerî wê hovîtiyê bê deng nediman. Ji bo wan û hemû gelên herêmê anîna aştiyê em li mitînga aştiyê ya enqerê bûn. Dema ku em ji bo aştiyê çun Enqerê li aştiyê xistin."
