ROJEVA 21 YÊ COTMEHA 2015'AN A JINHA YÊ
09:19
*Asayîşên Jin ên bajarê Hesekê derbarê avakirina13 Hêzên Suriyê ên Demokratîk de nirxandin kirin û diyar kirin ku, avabûna Hêzên Suriyê ên Demoktatîk di encama berdêl û berxwedana şervanên YPJ/YPG'ê pêk hatiye û gotin: "Li Rojava avakirina hêza hevbeş gavek dîrokiye. Projeyên xweseriya demokratîk a ku li Rojava bi pratîk tê wê li tevahî Suriyê belav bibe."
*Jinên Erdîşê di derbarê jiyan û girtina Hevşaredara Erdîşê Dîba Keskîn a ku di 12'ê cotmehê de li navçeya Erdîşa Wanê piştî îlankirina rêveberiya xweser hat girtin nirxandin kirin. Jinan anîn ziman ku dê ji bo Dîba Keskîn tekoşînê bilind bikin. Jinan diyar kirin ku bi Dîba Keskîn re şoreşa jinan dest pê kirine û ewê vê şoreşê berdewam bikin.
*Jina bi navê M.B (39) a ku bi salan ji aliyê bav, bira û hevjinê xwe ve rastî tundiyê tê qala jiyana xwe kir û diyar kir ku ev 39 sal e dibin siya tundiya mêr de dijî. M.B anî ziman ku sedema tundiya li ser jinê tenê aborî ye û got ku eger jin ji aliyê aboriyê ve bi hêzbûyan û li ser piyên xwe bisekiniyan rastî tundiyê nedihatin.
*Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de li Elezîzê dengê HDP'ê bi qasî sihî bilind bû. Di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî keça yek ji leşkerên Şêx Said Fariz Ozdemir Turkan Bingol namzete. Turkan got: "Min peyîqira bavê xwe dewir girrt, ez amademe li hemberî hemû bêmafiyan di her şertî de tekoşînê bikim."
*Jinan bi çar destan dest avêtin xebatên hilbijartinê yên ku ji ber hirsa deshilatiya AKP'ê di 1'ê Mijdarê de cardin bê kirin. Endama meclisa DBP'ê Nurcan Şimşek diyar kir ku ji bo demokratîk kirina civakê îdiayên wan hene û got: "Emê jin di siyasetê de şoreş bikin. Emê wê çînbûna di nava jinan û gelan de bidin rakirin û deskeftiyên xwe bi dest bixin."
