Jinên Rojava bingeha aborî saz dikin

13:59

Hevîdar Raperîn-JINHA


DÊRIK – Berpirsiyara Komîteya Aborî ya girêdayî Yekîtiya Star Sîlvan Viyan diyar kir ku armanca wan ji projeyên aborî yên taybet bi jinan pêşxistina sîstema aborî ya civakê ye. Viyan, her wiha got ku ew armanca wan derfetên kar ên tabyet bi jinan li Rojava peyda bikin.


Derbarê kar û xebatên Komîteya Aborî ya girêdayî Yekîtiya Star Berpirsiyara Komîtiyê Sîlvan Viyan hin agahî dan. Silvan Viyan diyar kir ku pêşxistina aboriya taybet bi jinan dê bibe riya herî rast a pêşxistina aborî ya hemû civakê ye û wiha got: "Armanca me ji projeyên aborî yên jinan pêşxistina aborî ya civaka Rojava  ye." Sîlvan Viyan her wiha destnîşan kir ku li aliyê din bi van projeyên ku li piraniya herêmên Rojava vekirine derfetên kar ji jinan re tên peydakirin û wiha dom kir: "Bi van projeyên aborî yên jinan armanca me civak bi xwe pêdiviyên xwe yên sereke peyda bike û bibe bingeha sîstemeke aborî ya rast e. Ji destpêka mirovahiyê ve û heta roja îro jin afrênera sereke ya aboriya civakê ye"


Viyan, da zanîn ku ji bo avakirina civakeke exlaqî, siyasî û demokratîk a li ser hêmanên wekheviyê pêwîste jin di nava hemû beşên jiyanê de cihê xwe bigrin û di hemû beşan de pêwîste jin xwedî îradeyek azad be. Viyan da xuyankirin ku armanca wan ji vekirina projeyên xweser ên jinan peydakirina derfetên kar e, da ku jin karibin cihê xwe di avakirina civakê de bigre û bi awayekî aktîf rola xwe di çareserkirina pirsgirêkên civakê û bi taybetê yên jinan de pêk bîne.


'Jin êdî li benda ti kesî namînin'


Li ser girîngiya vekirina projeyên aborî yên taybet bi jinan Silvan Viyan got ku bi pêşxistina pirojeyên aborî yên jinan dê jin karibin ji nava çar dîwaran derbikevin û bi hêza xwe û malbata xwe bi rêvebibe. Viyan destnîşan kir ku eger xebatên wan bi awayekî berfireh pêk werin dê jinji desthiladariya zilam xilas bibe û bi serê xwe hemû pêdiviyên xwe pêk bîne.


Viyan,got ku bê pêşxistina aboriya jinan dê aboriya civakê jî pêşnekeve û ev agahî dan: "Pêwîste jin hêzê bidin xwe da ku di van demên zehmet de bibin xwedî aboriyek pêşketî û rewşên heyî derbas bikin. Jinan ji berê ve bi derfetên xwe hemû pêdiviyên civakê peyda dikirinû bi pêşxistinarola jinan a Rojava dê hemû pirsgirêkên aborî yên Rojavayê Kurdistanê bêne çareserkirin."


'Di salekê de 7 projeyên jinan hatin vekirin'


Derbarê hejmarapirojeyên aborî yên jinan ku ji aliyê Komîteya Aborî ya Jinan a girêdayî Yekîtiya Star Sîlvan Viyan got ku di anva salekê de li Rojava 7 projeyên aborî vekirine û destnîşan kir: "Di 10'ê hizêranê 2013'an de komîteya me civîna xwe ya yekem li Qamişlo lidar xist. Di vê civînê de hemû nûnerên projeyên me yên li herêmên Rojava amadebûn. Di civînê de rêbazên pêşxistina projeyên aborî yên biçûk û vekirina projeyan li seranserî Rojava hate nîqaşkirin."


Viyan destnîşan kir ku wan komîteyên pêşxistina aborî li hemû bajaran vekirine û di salekê de 7 projeyên aborî pêşxistine û wiha dom kir: "Di nava salekê de me 7 proje pêşxistin. Projeyên me li gorî derfetên bajaran pêk hatine. Di van projeyan de niha zêdetirî 100 jin kar dikin. Viyan navê projeyan û cihên wan jî diyar kir û got: "Projeya me ya çêkirina beran (xalî) a bi navê Koçerîn li Dêrikê hatiye vekirin. Di vê projeyê de 18 jin dixebitin. Kargeha dirûnê ya bi navê Warşîn li taxa Cirnikê ya Qamişlo hatiye vekirin û niha 20 jin têde dixebitin. Me firna bi navê Aferîn li Qamşlo vekiriye. Di vê firnê de şêranî û gatû ji aliyê 5 xebatkarên jin ve têne çêkirin. Li Amûdê jî kargeha Tirîko hatiye çêkirin. Di vê kargehê de 15 jin di xebatên çêkirina cilan de kar dikin. Li Serêkaniyê jî di rewşên zehmet de me Firna bi navê Waşokanî vekir. Li Kobanê jî kargeha dirûnê ya bi navê Amarkî hatiye vekirin. Di vê kargehê de 41 jin dixebitin. Kargeha me ya Kobanê cilên ku amade dikin di 3 dikan de difiroşin."


Viyan, da zanîn ku di navenda wan a li Dêrikê jî 2 jin dixebitin û wekî nûnerên hemû projeyên xweser ên jinan li herêma Cezîrê cihê xwe digirin.


'Hin projeyên din tên amadekirin'


Derbarê berfirehkirina xebatên xwe de Rêvebera Komîteya Pêşxistina Aboriya Jinan Sîlvan Viyan da xuyakirin ku wan hin projeyên din amade kirine û ev agahî dan: "Projeyek me ya çandiniyê li bajarê Tirbespiyê heye. Ev projeya dê çandiniya bexçeyên sergirtî li ser 18 hiktaran tê amadekirin. Di vê pirojeya ku dê li ser erdê şêniyên bajêr bê çêkirin de wê derfeta kar ji gelek jinan re bê peydakirin. Her wiha projeyên me yên rojên pêş vekirina kargeha penêr, kargeha betata (şêps) û vekirina hin dikanên şêraniyan li herêma Efrînê ye. Ev projeyên me wê derfetên kar ji hejmarek jinan re peyda bike.


(pk)