ROJEVA 22 YÊ COTMEHA 2015'AN A JINHA YÊ

09:18

*Derbarê kar û xebatên rêxistinî ên jinên Başûrê Kurdistanê endama Rêxistin Azadîxwazê Jinên Kurdistan (RJAK) Gulîşan Kerkûkî nirxandin kir û got: "Dema ku jin dikeve ferqa rastiyê dexwazê wan ji bo perwerdê hîn zêdetir dibe. Ji ber jin pêdiviyê xwe bi perwerdê dibîne."

* Komek jinên Skotlenda yê bi armancê şopandina xebatê jinên Rojava saziyê jinan ya kantona Cizîrê ziyaret kirin. Li ser navê komê Parlementera Skotlenda yê Ntalî Mcgairy axivî û diyar kir ku, ew pêşengiya jinên Rojava di înşakirina jiyana xweser a demokratîk girîng dibînin û got: "Em ji berxwedana şervanên YPJ'ê moral digirin û modela jiyana nû wek jinên Skotlenda yê esas digrin."

* Kobaniyên ku ji ber êrîşê çeteyên DAIŞ'ê neçar mabûn koçî Tirkiyê bikin û ji ber ku dewlet xwedî li wan derneket cardin berê xwe didin welatê xwe. Rêvebera Kampa Miştenûr a ku li Kobanê hatî avakirin diyar kir ku li gorî derfetên xwe ew kamp avakirine û dest bi avakirina jiyana nû kirine.

*Bi hezaran malbatên ku ji ber polîtîkayên şer ji Kurdistanê koçî bajar û navçeyên Tirkiyê kirine û pirsgirêkên aborî dijîn, di nava zeviyan de bê ewle û kêm pere dixebitin. Jinên ku di zeviyên pîvazan de li navçeya Polatê a Enqere dixebitin qala şert û mercên jiyanê ên zehmet kirin û destnîşan kirin ku ji ber êrîşên nijetperestî ewlehiya jiyana wan nîne.

*Ji Namzetên Parlementerên HDP'ê yên Edeneyê ya Nusayrî Ereb Elewî Gunan Mutluhan got: "Koka min digihe Lazikiyên Suriyeyê. Niha li wê gelek xizmên min hene. Di dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de ew jî mexdur bûn û bi saya hêzên YPJ û YPG'ê gelek ji wan rizgar bûn, li gel malbata xwe em bi vê rewşê gelek bandor bûn. Sedema namzetbûna min di HDP'ê de ji bo ku li hemberî AKP ya alîkariya çeteyan dike bixebitim û alîkarî bidim berxwedanê bû."

*Jin li taxên Îzmîrê mal bi mal digerin û xebatê hilbijartinê dimeşînin. Helîn Alp a ku xebata hilbijartinê dimeşîne wiha got: " Piştî teqîna Enqerê gel bi bangawaziya HDP'ê a aştiyê bawer kir. Mirovên ku heya roja îro dengê xwe nedane HDP'ê, xwe amede dikin ku di 1'ê Mijdarê de biçin û dengê xwe bidin HDP'ê. Gel bi samîmiyeta HDP'ê ya aştiyê bawer dike.