Hevjîna xwe û kurê xwe gulebaran kir

12:46

JINHA

STENBOL - Li Stenbolê kesê bi navê Yaşar Y. piştî bi hevjîna xwe ya bi navê Fatma Y. re nîqaş kir bi çekê hevjîna xwe û kurê xwe Heci Y. kuşt. Yaşar Y. piştî bûyerê teslîmî polîsan bû.

Li Stenbolê kesê bi navê Yaşr Y. hevjîna xwe ya bi navê Fatma û kurê xwe Haci bi çekê kuşt. Bûyer seat di 07.30'an de li kuçeya Şahane ya taxa Akşemsettîn a Alîbeykoyê pêk hat. Hat gotin ku ajokarê taxsiyê Yaşar Y. ji ber sedemek nediyar bi hevjîna xwe re nîqaş kir. Li ser mezinbûna nîqaşê kurê wan Hacî ji xew rabû û hewl da têkeve navbera dayîk û bavê xwe. Wê gavê Yaşar Y. bi çeke hevjîn û kurê xwe gulebaran kir. Di encama gulebaranê de Fatma û kurê wê Haci jiyana xwe ji dest dan.

Li ser dengê guleyan cîranên wan agahî da polîsan û polîs hatin cihê bûyerê li cenazeyê dayîk û kurê wê rast hatin. Polîsan Yaşar binçav kirin.

(ha/rc)