ROJEVA 23 YÊ COTMEHA 2015'AN A JINHA YÊ
09:12
*Li Geverê bi pêşengiya jinan li taxan berxwedan berdewam dike. Jinên di berxwedanê de diyar kirin ku ji derveyî berxwedanê tu rê tineye û wiha gotin: "Berxwedana me li kolanan malan li her deran berdewam dike. Jiyana me niha berxwedane, ji derveyî berxwedanê ti rê nîne. Emê jin di 1'ê Mijdarê de bersiva pêwîst bidin. Ji bo wê jî bila ji hêza me jinan bitirsin."
*Melîha Urek ê ku biguvahiya komkujiya Amedê û Enqereyê kir, desnîşan kir ku dema li Enqereyê teqîn pêk hat ew xwe di teqîna Amedê de his kir û ev tişt got: "Teqîna Enqere yê û Amedê wekhev bû û ez heman tişt jiyam. Li hember dîmenê ku min dît ez şerime dikim ku bêjim ez birîndar im. Tenê dixwazin ku mirov bimirin û mirovan bikujin."
*Li ser axa heskirinê jina bûyî qehereman Bêrîtan... Heskirina jiyanê û nasnameya rometê bir serê lutkeyên Lêlikanê. Eşqa ku ketiyî nava dilê wê vegerand eşqa welat û bû navê eşqa rastî Bêrîtan. Eşq û azadiya wê li ber esmanê Xaxurkê mîna çivîkan difiriya... Li Xaxurkê Bêrîtan ji teslîmyetê re got na û berxwedan nîşan da. Hevalên Bêrîtan gotin: Te xwe ji zinaran avêt, te bi hezaran ji zinaran afirand.
*Rûxmî ku çar sal li ser erdheja Wanê derbasbû jî, malbatên xizan ên ku neçar mane di konteyneran de bijîn benda alîkariyê ne. Jiyan di konteyneran de her çiqas zehmet be jî lê nebûyîna ceyranê rewşê jiyanê girantir dike. Niştecihê konteynera Nuriye Oral got: "Gelek siyasetmedar her sal tên vêderê. Em rewşa jiyanê ji wan re vedibêjin, lê piştî ku ji vir diçin me ji bîr dikin."
* Hevşaredara Begirê ya Wanê Safure Guneş derbarê binçav kirin û girtina hevşaredarên jin nerazîbûna xwe anî ziman û diyar kir ku ligel hemû zordarî û gefan dê wek jinên azadîxwaz li qadan bin û heya dawiyê têbikoşîn.
*Jinên Wanê pêvajoya hilbijartina ku dê di 1'ê mijdarê de pêk bê nirxandin. Jinan destnîşan kirin ku her kes di hilbijartina 7'ê hezîranê de bi dildarî dengê xwe dane HDP'ê û bi ser ketiye. Lê AKP bi rûyê xwe yê şer di hilbijartina 1'ê mijdarê de wê li hemû hereman têk biçe.
*Namzeta Parlementera HDP'ê ya Îzmîrê Gulistan Kiliç Koçyigit ku bi salane di nava xebatên jin û kedê de tekoşînê dide. Gulistan a ku bi nasnameya xwe ya kurd û elewîbûnê ji bo hemû gelên tên çewisandin xwediyê mafê gotinê got: "Di nava gelê tê perçiqandin de ez jî mexdurekim. Ji bo wê jî ez baş dizanim ku ezê ji bo kê çî bêjim."
*Bijîşk Gaya Ozal derbarê hatina mehên zivistanê û vebûna dibistanê re ji bo nexweşiyên girîb û enfeksiyonê hişyarî kir. Gaya diyar kir ku ji bo ji nexweşiyê mirov xwe biparêzin divê destên xwe herdem bi sabûnê û avê bişûn.
