Hevseroka Rêveberiya Girê Spî: hêmanê serkeftinê jin e

10:40

JINHA

GIRÊ SPÎ - Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bajarê Girê Spî Leyla Mustefa bal kişand ser rola jinan di rêveberiya bajêr de û da zanîn ku jinan ji sedî 30 cihê xwe di nav rêveberiyê de girtine.

Jinên bajarê Girê Spî piştî ku bajarê wan hat rizgarkirin, dest bi xebatên birêxistina xwe kirin, mala jin û navendên perwerdehiyê yên jinan hatin vekirin. Leyla Mustefa di derbarê mijarê de nirxandin kir û behsa girîngiya rola jin a di nava xebatê de kir. Leyla Mustefa destnîşan kir ku, jinên bajêr karîbûn piştî avakirina Rêveberiya Xweser cihê xwe di nava hemû beşên jiyanê de bigrin û wiha got: "Êdî jin li her qadê nêrîna xwe vedibêjin, pêşniyaran dikin, projeyan birêve dibin. Tişta herî ber biçav jî ew e ku sîstema hevseroktiya rêveberiyê ye."

Leyla Mustefa got: “Jin ji hemû pêkhateyan cihê xwe di nava komîteyên rêveberiyê de digrin. Em dikarin bibêjin di nava vê rêveberiyê de ji sedî 30 jin cihê xwe girtine.” Leyla bal kişand ser projeyên rêveberiyê yên jinan û destnîşan kir ku di rojên pêş de dê gelek jin beşdarî xebatan bikin da ku karibe mafê kar ê rewa bikar bîne. Leyla encama serkeftinê bi beşdarbûna jinan ve girêdan û wiha pêde çû: "Jin hêmana bingehîn a serkeftina Rêveberiyê Xweseriya Demokratîk e.” Leyla bang li jinan kir ku li dora rêveberiya xweser a Girê Spî bicivin kir û got: "Ya ku Rêveberiya Xweser bi rêvebibe jin e. Gelek projeyên me derbarê jinan de heye. Di beşa aborî de jî xebatê me despêkiriye."

(rc)