Cem Kuçuk, Nevîn Mengu tehdit kir
11:31
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Cem Kuçuk niviskarê rojnama Starê bi van gotina: "Tu leborîna xwe nexwazî û gav paşve navêjî ez ê te ji holê rakim", spîkera CNN Turkê Nevîn Mengu tehdit kir.
Cem Kuçuk niviskarê rojnama Starê duh bi niviskarê Yenî Akîtê Ersoy Dede re di Kanala 24'de pêşkêş dikir. Li programa "Manşeta Rojê" de spîkera CNN Turkê Nevîn Mengu hedef nîşan da. Cem kuçuk bi nivîsa Ahmet Hakan tehdît kiribû îfade dabû dozgerê, Nevîn Kuçuk jî di derbarê îfada dozgerê de nûçe pêşker kir. Cem Kuçuk îdea kir ku Nevîn di pêşkêşaya nûçeyan de 'navnîşa mala wî û nasnama wî eşkere kiriye." Cem diyar kir min bername temaşe nekiriye, Ersoy Dede bernameya Nevîn temaşe kiriye û ew agahdar kiriye. Cem wiha got: "Nevîn Mengu navnîşana mala min û nasnama min weşandiye." Piştre jî wiha gef li Nevîn xwar û got 'Tu leborîna xwe ji min nexwazî û gav paşve navêjî ez ê te ji holê rakim. Dema ez te ji holê rakim hemû Tirkiyê wê şahit bibe. Tu yê navnîşana mala min derxî holê û ez jî hisabê vê ji te nepirsim. Jiyana taybet çiye tu yê bibînî, tu yê jiyana xwe ya taybet bibînî. Heger ev şer be bi nivîsê bi xezkirinê bila bê kirin. Lê belê Nevîn navnîşana zarokê min lê dijî eşkere kir ez ê hesabê vê bipirsim. Ez ê jiyana wê ya medya ya Nevîn Mengu ji holê rakim."
Nevîn jî ji ser rêya hiseba medya ya xwe bersiv da Cem viha got: "Wê jiyana rojnamevantiya min ji hole rake! Keremke birako çi ji destê te tê bike"
(ha/rc)
